BANGA GREVÊ! ‘Dema em kar berdin, wê cihan bisekine’

8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cihanê ye. Ji sed salî zêdetir e, ji bo mafên xwe li dij her cure çewsandinê em grevan pêk tînin, pev diçin û têdikoşin. Li tevahiya cihanê ji Polonyayê bigire hetanî Arjantinê, ji New Yorkê bigire hetanî Hong Kongê, ji Îspanyayê bigire hetanî Nijeryayê tevgereke nu ya ji jinan û kesên queer pêkhatî derketiye. Ji bo ku em derkevin grevan, sedemên me hene û em dibêjin: Êdî bes e! Werin em bi hev re di 8ê Adarê de têkevin grevê!

Em her tim tûşî cudakriyê dibin, tên çewsandin û tên mêjîn. Em her roj bi henekên piçûkxistinê, Sîrowe û tacîzan û bi êrişên fizîki re rûbirû ne. Karên em dikin piçûk tên dîtin: Li Almanyê hê jin ji sedî %22 ji mêran kêmtir mûçe(meaş) digirin. Di ser dejî jin li malê bi saetan li zarok û kalpîran dinêrin û bi karûbarên malê re mijûl dibin. Hin jin jî van karan li malên dinan bi mizeke pir piçûk pêk tînin. Em her tim dibin hevkarên kul û derdên malbata xwe, hevalên xwe, dost û hevpîşeyên xwe û piştgiriya pejnî(hestiyarî) didin wan. Pişti pîrbûnê bi miza malnişiniyê(teqawitiyê) ya ku wê bikeve destê me, ne mimkûn e ku em karibin pê bijîn.

Em çiqas ji hev cuda bixûyên jî, aliyên me yên hevbeş hene, ji ber ku em hemû bi miz an jî bê miz dixebitin. Ji ber ku di destên me de çi qelem, çi tornavîde, çi gezik, çi paçê tozê hebe, dixwazî em li ser compûterê an jî li ser maşîneyekê bixebitin, tu dixwazî em mizekê(ücret) bigirin an bê miz bixebitin, pozîsyona me çi dibe bila bibe, lê em hemû kedkar in. Ji me tê xwestin ku em van karan bêyî ku gazincekê bikin, bala kesekê/ki bikişînin ser xwe, wek kar û mafeke xwe yê xwezayî, bê deng û beng û bi dewkenî pêk bînin. Lê emê stuyê xwe li ber vê yekê netewînin. Em diçin grevê!

Em ê biçin grevê,

  • Ji ber ku em dixwazin li cihana ku tê de her kar bi nirx ê, bijin
  • Ji ber ku em naxwazin ne di karê malê de ne jî, di karên din de werin şêlandin.
  • ji ber ku dem ya me ye, em dixwazin bi xwe biryaran bidin, ka em ê kengê û çawa bixebitin.
  • Ji ber ku di mijara nêrîna kalpîran û nexweşan de qeyrana kêmasiya personelan ji holê rabe, kêmasiyên pêşdibistan û zarokxaneyan ji holê rabin, ji bo zêdekirina keda pirîk û paqijvanan pêşniyarên me hene.
  • ji ber ku em êdî napejirînin jin û kesên queers di bin mercên neewleyî û bêmafî de weke hêza kar a erzan bên xebitandin.
  • Ji ber ku em dixwazin bi xwe li ser bedena xwe biryaran bidin, da ku kengî em bixwazin zarokan çêbikin, an jî ducanî bibin, divê em ê biryaran bidin.
  • Ji ber ku em naxwazin weke jin û mêr ji hev bên cûdakirin. Û dixwazin mer û jinên trans bên qebûl kirin û divê ew jî wek mêr û jinên din xwedî maf bin.
  • Ji ber ku em dixwazin bi xwe biryar bidin ku em ji kê hez dikin û bi kê re û kengî dixwazin bikevin tekiliyên zayendî.
  • Ji ber ku em naxwezin kesên ku ji bo tekiliyên cinsî pere digrin, bên kiriminalizekirin û bênirx bên hiştin.
  • Ji ber ku em naxwazin ji me re bê gotin, ka em ê çi û kê xweşik bibînin, çawa xuya bikin û cilên çawa li xwe bikin.
  • Ji ber ku em dixwazin wisa bi hev re bijîn, da ku kes neye astengkirin.
  • Ji ber ku em ê êdî erişên zayendî û kuştina jinan û queeran qebûl nekin.
  • Ji ber ku em dixwazin eşkerê bikin ku tundiya li hemberî jinê bi lêdanê dest pê nake, tundiya li hember jinê bi piryarên ji aliyên kesên din ve tê dayîn re û bi şemitandina derî civakê re tundî dest pêdike.
  • Ji ber ku pêwistiya me bi parastina li hemberî meran nine, pewistiya me bi dawîkirina tundiyê heye. Her êrişa li hemberî jinekê erişa li ser me hemûyan e!
  • Ji ber ku êdî em naxwezin wisa qebûl bikin ku ji ber şer gelek mirov bên kuştîn û ji cih û warên xwe bên koçberkirin. Hikûmeta Almanyayê, Artêşa Almanyaya Federal û her wiha aboriya Almanyayê vê aloziyê bi firotina çekan bi awayekî bi rêkûpêk zêdetir dike.
  • Ji ber ku nabe mirovên penaber di Deryayê Navîn de bixeniqin. Kesên ku bi zor û zehmetiyan gihîştîne Almanyayê tên krimînalîzekirin û marjinalizêkirin û bi erişên curbecur re rû bi rû dimînin.
  • Ji ber ku divê em li hemberî kampên ji bo penaberan ku jiyana van girantir dike, şandina dervayî wina wan a welatên ku jê reviyane û li beramberî lîstisk û dolabên saziyên dewletê bisekinin.
  • Ji ber ku her kes xwedî heman mafên tendurustî, perwerde û qadên jiyanê ne.
  • Ji ber ku em nikarin demdirêj rûxandina xwezaya di gelemperiya cihanê de temaşe bikin ku heya jiyana hemû zindiyan têkeve xeteriyê. Ji bo talankarin û çewisandina dewlemendiyên di bin û ser erdê cihanê de şîrketên Alman jî di heman demê de berpirsiyar in. Greva jinan di heman demê de ji bo parastin û bi awayekî baş û zanebûn bikaranina xwezayê ya ji bo hemû zindiyan e.
  • Ji ber ku em li hemberî politikayên rastgir (nijadperest) û bi hêzbûna partî û tevgerên rastgir radiwestin.
  • Ji ber ku em xwe li hemberî qanûnên ku me newekhev, lê ji hev cûda û krimînalizê dikin, bisekinin.
  • Ji ber ku em li hemberî armanca ji hev cûdaditina jinan û queeran an jî ji hev cûdagirtina Alman û koçberan a ku tê xwastin, di nav wan koman de nakokî û pevçûn ava bikin, disekinin.

 

Ji ber van egeran di 8ê Adarê de

  • Divê em neçin kar.
  • Divê em karê malê nekin.
  • Divê em bi pirsgirekên kesên cûda re eleqeder nebin û ji bo herkesî nefikirin.
  • Divê em neçin dibistan û zaningehan.
  • Divê em bên cem hevdu û li ser plansaziya xwe ya peşerojê biaxivin û par ve bikin.
  • Divê em piştgirî bidin kesên di grevê de ne.

Ji bo ku her kes beşdarî greva navneteweyî bibe, em ê piştgiriyê bidin hevdu. Tev li çalakiyên cihêreng û cûda bin!. Ji bo tevlibûna grevê divê em bi hemkar, heval, ciran, dayik, dapir, xaltî û xwîşkên xwe re biaxivin. Bi hev re çalak bin. Werin gel hevdu, hevdu nas bikin û hevdu guhdar bikin. Werin em bi hev re li her derê komiteyan ava bikin. Ev despeka tevgereke mezin destnişan dike.

Em,

jin û queerên ku ji gelek nêrinên cuda û pirsgirekên cuda ne. Ezmûnên me civakî û çandî ji hev gelek cuda ne. Em xwedî beden, taybetmendî û bîografiyên cihereng in.

Hinek ji me demekî direj e, li vir dijîn, hinek jî hin nû hatine. Hinek ji me diçin dibistanê, hinek jî pîşeyekî fêr dibin. Hinek bûne mexdûrên Harz IV., hinek ji me alikariya sosyalê werdigrin, anjî hinek teqawid in. Hinek qet ji cihekî tiştekî wernagrin û hinek di pîşeyên cuda de dixebitin. Hêza  ku me digehejinê hevdu berdana kar a vê roja bipere û bêpere ye!

Em wek hemû jin û queerên cihanê bang dikin: Em diçin grevê!

Tu jî beştar be!

 

 

E-mail femstreikleipzig@riseup.net Hours Unser offenes Bündnistreffen findet alle zwei Wochen statt. Wenn du kommen möchtest, schreib uns eine Mail!
Create your website at WordPress.com
Get started
%d bloggers like this:
search previous next tag category expand menu location phone mail time cart zoom edit close